Berî bimirim
Berî bimirim
Dema weşanê: Hêzîran 17, 2021, 7:44 Dîtin: 1114

Min bibe min bibe
min bibe ji wêre helbstvano
bi peyvên xwe bibe ji wêre

min bibe ji wêre ay derya
bi pêlekê ji pêlên xwe

min bibe ji wêre mozîkjeno
bi mûzîka xwe bibe

min bibe meyxanecî ji wêre
bi peyalekê ji peyalên meya xwe

min bibe ji wêre ey serbazo
bi gorlakê ji gorleyên çeka xwe

min bibin min bibin
berî ez bimrim li vir